Adar 09, 2021 09:43 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî: Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê bi herêma Kurdistanê re gotûbêj berdewam bibin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragehand pêwîste ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi herêma Kurdistanê re gotûbêj berdewam bikin.

Duh 08.03.2021ê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di gotarekî de balkêşand ser serdana Papa Francis û ew wek serdaneke giring û wek derfetek bo bidestxistina daxwazên xelkê da zanîn.

Mistefa Kazimî di beşeke din ên gotinên xwe de got: ‘’Ji bo çareseriya pirsgirêkan pêwîst e em gotûbêjan bi herêma Kurdistanê re berdewam bikin.’’

Herwaha ji bo çareseriya pirsgirêkan daxwaza gotûbêjên niştimanî kir û got: ‘’Pêwîst e hemû alî bicivin û bigihêjin çareseriyekê ku hemû aliyan bigre ber xwe.’’

Serokwezîrê Iraqê hişyarî da û got: ‘’Nabe Iraq bibe qada zelal kirina milmilaneyan.’’

Kazimî got, pêwîste em hemû jî hemahengiyekî zêdetir li gel hêzên hevpeyman pêkbînin.

Serepeyv