Adar 01, 2021 15:07 Asia/Tehran
  • Fermandarekî Pêşmerge li Kuleco: Pêşmerge dawî bi tevgera terorîstî ya çend kesekan anî

Fermandarê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li eniya Kuleco aşkera kir, bi rêya kamerayên şevê ve tevgera terorîstî ya çend kesan hate aşkera kirin û Pêşmerge li wan da û dawî bi tevgera wan hat.

Îro 01.03.2021ê cîgirê lîwaya 3 ya piyade ya wezareta Pêşmerge li eniya Kuleco Cimûr Rostem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro ber bi sibehê ve hêzên me bi rêya kamerayê germî yên şevê ve tevgera çar kesan agahdar bû, piştre jî ji aliyê Pêşmerge ve gulle li wan hatin berdan û tevgera wan bi dawî bû.’’

Herwaha diyar kir, aşkera nebûye ew kesane çekdarên DAIŞê bûn yan ên grubeke din ên çekdar, lê piştî ku Pêşmerge gulle li wan berda reviyan û li navçeyê neman.

Cîgirê fermandarê lîwaya 3 ya piyade ya wezareta Pêşmerge ragihand: ‘’Hêzên me piştre jî lêgerîn li wan cîha dikin ku ew kesana lê hatine dîtin û hemwelatî piştrast dikin ku rê ji tevgera teroristan re nadin.

Serepeyv