Sibat 25, 2021 20:07 Asia/Tehran
  • Nerazîbûnên li dijî biryara Dadgeha Hewlêrê  didomin

Parêzer, çalakvan, parlementer û welatiyên Silêmaniyê li dijî biryara Dadgeha Hewlêrê ya cezakirina 5 rojnamevan û çalakvanên Behdînanêbi nerazîbûna xwe nîşandan û daxwaza betalkirina biryarê kirin. Hate gotin biryar neqanûnî ye û siyasî ye.

Nerazîbûnên li dijî biryara Dadgeha Hewlêrê ya cezakirina 5 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê berdewam dikin. Bi vê armancê gelek rojnamevan, çalakvan, parlementer û welatiyên Silêmaniyê li ber Baxê Giştî yê bajêr çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşma “Silêmanî li pişt Behdînan e” hate gotin. Li ser navê Parêzerên Silêmaniyê Parêzer Dilman Salih peyamek xwend û got; “Dadgeha ceza ya Hewlêrê biryarek ne dadwerane li dijî azadîxwazan daye. Bê mafiyek zêde di biryarê de heye. Ji bona wê em daxwazê ji Dadgeha Temîzê dikin vê biryara xelet rast bike û biryara girtina rojnamevan û çalakvanên Behdînanê betal bike.”

Piştre li ser navê malbatên girtiyên Behdînanê Eyhan Seîd peyamek xwend. Di peyama malbatên girtiyan de jî hate gotin; “Ev biryarek ne yasayî û siyasî ye. Armanc bêdengkirina gelê Behdînanê ye. Ji bona wê em vê biryarê red dikin û em dibêjin em ê li dijî biryarê bêdeng nemînin û em natirsin. Pêwîst e dadgeha temîzê biryarê betal bike û zarokên me berde.”

Serepeyv