Sibat 23, 2021 16:03 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê Çiyayê Metîna li Herêma Kurdistanê bombebaran dike

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê, çiyayê Metîna ya ser bi Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran dike.

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirkiyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê dewam dike. Li gorî agahiyên hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirkiyê, Çiyayê Metîna ya ser bi navçeya Amêdiyê a ser bi Dihokê bombebaran dike.

Li gorî agahiyan bombebaran dewam dike û heya niha derbarê ziyanan de ti agahî nehatiye standin.

Serepeyv