Sibat 17, 2021 23:23 Asia/Tehran
  • Sefîrê Îranê yê li Iraqê ji ber wefata Roj Nûrî Şaweys, sersaxî ji Mesûd Barzanî re xwest

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê di peyamekê de ji Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) re, ji ber jidunêçûna li Dr. Roj Nûrî Şaweys Cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê û yek ji serokên PDKê sersaxî xwest.

Li gorî IRNA, Di peyama "Îrec Mescidî" balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, ya roja sêşemê ji Mesûd Barzanî re hatiye: Nûçeya jidinêçûna Roj Nûrî Şawîs em pir xemgîn kir.

Di dewamê peyamê de wiha hatiye: "Rola rehmetî Roj Nûrî Şawîs di tekoşîna gelê Kurd de jibo rizgariya ji rejîma Bees a Iraqê de qet ji bîr nabe."

Di beşek din a peyamê de, wiha diyar dibe: Wî rehmetî di van salên dawî de di parastina gelê Kurd ê Iraqê û rawestana li ber koma terorîst a DAIŞê de jî gelek têkoşan û xebat kir.

Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê di vê peyamê de diyar kiriye: Ez sersaxiyê ji cenabê te û hemî karbidestên rêzdar ên herêma Kurdistanê û malbata wî rehmetî û gelê birûmet ê Kurdistanê re dixwazim û ji bo we û hemûyan tendirustî û silametî dixwazim.

Dr. Roj Nûrî Şaweys Cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê û yek ji serokên PDKê roja duşemê di emrê 74 saliyê de li nexweşaneke Hewlêrê çû ber dilovaniya xwe.

Serepeyv