Sibat 17, 2021 16:19 Asia/Tehran
  • Sedir: Dibe ku êrişa li ser Hewlêrê ji bo hilweşandina serdana Papa be

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir ragihand, dibe ku êrîşkirina ser Hewlêrê û ewa li Şingalê çêdibe ji bo hilweşandina serdana Papayê Vatîkan bo Iraqê be.

Muqteda Sedir derbarê rewşa Şingalê û êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê dibêje, “dibe ku ewa li Şingalê çêdibe, û ew bordumana bê hincet ku li ser Hewlêrê hat kirin û dorpêçkirina hinek balafirxaneyên başûrê Iraqê, destpêkek be ji bo hilweşandina serdana Papayê Vatîkanê bo Iraqê û ew yek jî bi destwerdana navxwe û derve ye.”

Di beşeke din a gotinên xwe de, Sedir herwiha dibêje, “dibe ku destpêkek be ji bo hilweşandina hilbijartinên pêşwext” ku biryar e di meha Cotmeha îsal de birêve biçe.

Sedir têkildarî rewşa Şingalê û bûyerên li ser sînorê bi Tirkiyê re çêdibin jî  herweha hişyariyê dide û dibêje, “pêwîste çavê hikûmetê li ser be û bi hişyarî û aqilmendane tevbigere.”

Rêveberê Tevgera Sedir amaje bi wê yekê jî kiriye ku wî qebûl nekiriye û qebûl nake ku welatên cînar destwerdanê di karûbarê Iraqê de bikin, herweha razî jî nebûye û nabe ku Iraq bibe çavkaniya destdirêjiya ser welatên cînar.

Muqteda Sedir dibêje: “Eger li gel wan welatan pirsgirêkên hilawîstî hene û nehatine çareserkirin, pêwîste hikûmet bi gotûbêj û diyalogê wan çareser bike.”

Serepeyv