Sibat 16, 2021 09:26 Asia/Tehran
  • Hevserokên YNKê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kirin

Hevserokên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi peyamên cuda tevî şermezarkirin êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê, destnîşan kirine ku li dijî her cûre gef û xetera dijî jiyan û ewlehiya welatiyên Herêma Kurdistanê radiwestin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rûdawê, Piştî lêketina 8 mûşekan li balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê û cihwarên jiyanê yên qelebalix û birîndarbûna çend kesan, Lahor Şêx Cengî Hevserokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi weşandina peyamekê di twittera xwe da, ev êîrş şermezar kir.

Wî nivîsî: Em bi ti awayî nahêlin jiyana welatiyên me bikeve ber xeterê.

Bafil Talebanî, Hevserokê din ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî nivîsî: "Em her cûre komploya ku bi armanca alozkirina ewlehiya Herêma Kurdistanê pêk were şermezar dikin û hemî hewildana xwe jibo sekinîna li dijî her cûre kom û tevgerekê ku ewlehiya Herêmê dixe ber xeterê pêk tînin û rê nadin ku ewlehîya gelê Herêmê were alozkirin."

 

 

Serepeyv