Sibat 16, 2021 01:08 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê - Balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê kete ber êrîşê

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê û baregeheke Amerîkayê li vê balefirgehê ketine ber êrîşa bi roketan.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Çavkaniyên iraqî Duşemiyê bi şev ragihandin ku dengê çend teqînan li nêzikî balefirgeha navneteweyî ya Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê hatiye bihîstin.

Tê gotin sê topên hawanê li derdora balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê ketine.

Hîn hûrgiliyên zêdetir derbarê van teqînan belav nebûne û rayedarên Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê tu bertekek nîşan nedane.

 

Serepeyv