Sibat 15, 2021 13:13 Asia/Tehran
  • Siyasetmedarê Kurd ê Iraqê Roj Nûrî Şaweys koça dawî kir

Dr. Roj Nûrî Şaweys, endamê Polîtboruya Partiya Demorkata Kurdistana Iraqê (PDK), îro di temenê 74 saliyê de bi sedema nexweşiyê li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.

Çavkaniyekê ji malbata Dr. Roj Nûrî Şaweys ji Rûdawê re ragihand ku saet 9:45 sibeha îro, Dr. Roj Nûrî Şaweys li nexweşxaneyekê li bajarê Hewlêrê Koça dawiyê kiriye.

Biryar e sibe termê Roj Nûrî Şaweys di merasîmekê de bê oxirkirin û veşartin. 

Dr. Roj Nûrî Şaweys Endamê Polîtborûya PDKê bû meha borî serokatiya şandeke PDKê bo Bexdayê kir jibo gotûbêjên li gel aliyên siyasî yên Iraqê.

Roj Nûrî Şaweys demekê li Iraqê cîgirê serokwezîrê Iraqê bû û pêştire jî li Herêma Kurdistanê serokwezîrê kabîneya sêyem bûye.

Dr. Roj Nûrî Şaweys sala 1947 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye.

Bawernameya doktorayê di warê endazyariyê de li Almanya wergirtiye.

Ew endamê Polîtboruya PDK bû û di navbera salên 1999-2003 de Serokê Parlemana Kurdistanê bûye. Herwiha ew serokwezîrê kabîneya sêyem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Dr. Roj Nûrî Şaweys sala 2004 Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bûye.

Serepeyv