Sibat 14, 2021 15:25 Asia/Tehran
  • Fermandarê Heşda Şeibî li şengalê: Em bi tu awayî Şengalê jibo Tirkiyê û hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê vala nakin

Fermandarê hêzên Heşda Şeibî yên li Şengalê destnîşan kir ku ev hêz jibo sekinîna li hemberî êrîşa Tirkiyê bo vê navçeyê hatine şandin û bi tu awayî Şengalê jibo Tirkiyê û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê vala nakin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera Kerkûk Nav ragihand ku di çend rojên bihurî da sê kom ji hêzên Heşda Şeibî ku hejmara wan digihêje 9 heta 10 hezar hêzên çekdar derbasî Şengalê û derdora wê bûne.

Xal Elî, Fermandarê hêzên Heşda Şeibî yên li Şengalê di vî warî da ji Kerkûk Nav ra got ku ev hêz bi fermana rasterast ji Bexdayê bo şengalê hatine şandin û memûriyeta wan sekinîna li hemberî êrîşên ihtimalî yên Tirkiyê ye.

Wî destnîşan kir: Aniha hêzên Heşda Şeibî li navçeyên derdora Şengalê ji wan Rebîye û sînorên Iraq û Sûriyê bi cih bûne û rê nadin ku xewna Erdogan a dagirkirina Şengalê bibe rastî.

Serepeyv