Sibat 13, 2021 22:43 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê: Ti hemahengiya wê derbarê şerê Garê tune

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand ku ti hemahengiya wan weke hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê şerê Gar tune ye û got “Em nizanin ev gotin ji aliyê kê ve hatiye gotin, lê hewqas bênirx û bêqîmet in pêwîst nîne ku mirov bersiv jî bide.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn beşdarî bernameya “Rûdawa Emro” ya Rûdaw TV yê bû û têkildarî êrişên artêşa Tirkiyê yên li çiyayê Gare li dijî gerîllayên PKKê axivî.

Serbest Lezgîn îdîayên ku dibêjin “Hêzên Pêşmerge bi unîformayên serbazên Tirkiyê li dijî PKK şerkiriye” red kir û got: “Pêwist nake Pêşmergeyên Kurdistanê xwe biveşêrin. Em nizanin ev gotin ji aliyê kê ve hatiye gotin, lê hewqas bênirx û bêqîmet in ne pêwîst ku mirov bersiv jî bide ji ber ku ti bingeha van axavtinan tine. PKK bixwe jî dibêje ku ew van axavtinan rast nabînin. Ji ber vê yekê kesên bêqîmet yên ku bi vî rengî Pêşmerge tawanbar dikin, pêwîst nîne ku mirov bersivê jî bide. Pêşmergeyên Kurdistanê bi kîjan alî re dibe bila bibe, gava ki şer kir, bi awayeke eşkere şer dike. Ji ber vê yekê pêwîst nake ku xwe cilên xwe biguherîne û biveşêre. Bi ti awayekî bingeha van îdîayan tine. Ti nerxeke vê tine.”

Lezgîn diyar kir ku “eger ramaneke PKK ya netewî hebe, divê destkeftinên Herema Kurdistanê li ber çavan bigre” û bi vî rengî axaftina xwe domand: “Gava mirov lê dinêre PKK bi salane di vê mijarê de xeletiyan dike. Ji be vê yekê jî ti destkeftiyeke wê tine.

Berdevkê serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbaê ş=erê Garê ragihand ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê li dijî endamên PKK bi hevahengiya Bexda û Hewlêrê cih tê.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihandibû ku li Çiyayê Gare di 10ê Sibata 2021 de operasyoneke bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Serepeyv