Li Herêma Kurdistanê dibistan hatin vekirin
Îro piştî demeke dirêj ku bi sedema xweparastina ji vîrusa Covid-19 hatibûn girtin, deriyê dibstanan li Herêma Kurdistanê hatin vekirin û beşek ji xwendekaran çûn nav holên xwendinê û bi vî awayî proseya xwandina rû bi rû li herêmê dest pê kir.
Dibistan li gor rênimayên tendirustiyê yên taybet bi xweparastina ji vîrusa Coronayê hatine vekirin, ku ew rênimayî bi hevahengî li gel Wezareta Tendirsutî û Wezareta Perwerdehiyê hatine diyarkirin.
Li gor van rênimayan, amadebûna xwandekaran li dibistanê bi nobet dibe wate her xwendekarek du rojan carekê diçe dibistanê.
Herwiha di navbera xwandekaran û mamosteyan de divê mesafeya civakî bê cîbicîkirin û dûrî hev rûnin. Hem xwandekar û hem mamoste jî divê maskê bi kar bînin.
Wezareta Perwerdehiyê biryar daye, eger di her dibistanekê zêdetir ji 5 xwandekaran bi vîrusa coronayê ketin, ew dibistan bê girtin.
Divê her xwandekarek bi tenê li ser maseyekê rûne û mamosteyên dibistanan jî neçar in ku maskan bi kar bînin, eger mamostayek jî bi Covid-19 ket, divê li mala xwe bê karantînekirin û piştî rapora pizîşkî û başbûnê dikare vegere ser karê xwe.