Sibat 05, 2021 10:30 Asia/Tehran
  • Bavê parlementerê PDK’ê li parlemana Iraqê xwe kuşt

Li Dihokê bavê parlementerê PDK’ê Aram Baleteyî, ji ber sedemek nayê zanîn dawî li jiyana xwe anî.

Di saetên êvarê de Welatiyê bi navê Nacî Baleteyî (69)ku kurê wî Aram Baleteyî parlementerê PDK’ê yê parlementoya Iraqê ye, di mala xwe de bi demançeyê dawî li jiyana xwe anî.

Di derbarê bûyerê de Berdevkê Polîsên Dihokê Muqedem Hêmin Silêman got; “Heta niha nehatiye zanîn sedema xwekuştina Nacî Baleteyî çiye. Lê dibe ku ji ber nexweşiya kurê xwe Aram ku ev çend meheke di nexweşxaneyê de ye û rewşa wî ne başe, bandor lê kiribe û dawî li jiyana xwe anî be. Lêkolîna li ser bûyerê didome.”

Aram Baletî Berdevkê Koma PDK’ê ya Parlementoya Iraqê ye. Zêdetirî du mehin ji ber nexweşiya virûsa koronayê di nexweşxaneyek Dihokê de tê tedawîkirin û rewşa wî girane.

Serepeyv