Seroka Fraksiyona PDK: Civînên desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê li Bexdayê erênî bûye
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê(PDK) li Parlemana Iraqê civînên nû yên desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê digel berpirsên Bexdayê erênî bû.
Viyan Sebrî, Seroka Fraksyona PDKê ya Herêma Kurdistanê di vî warî da got: Civînên desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê digel Komîsiyona aborî ya Parlemanê erênî bûye û desteyê tevahiya lêzanîn û hûrgiliyên têkildarî hemî mijarên rawestandî navbera du aliyan raberî Komîsiyonê kiriye.
Sebriyê her wiha got: Dewleta Herêma Kurdistanê sozdarê qanûna bingehîn e û Fraksiyona PDKê pişta bendên 10 û 11 yên têkildarî pişk û para Herêma Kurdisatnê ku li gorî pêşnumaya mûçeya sala 2021ê bi qasî sedî 12.67 hatiye diyarkirin, digire.
Di vî halî da endamekî Fraksiyona Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê li Parlemana Iraqê destnîşan kir ku dewleta Herêma Kurdistanê divê jibo dabînkirina mûçeya gelemperî ya Iraqê alîkariyê bike.
Cemal Koçer tevî amajeya bi vêya ku ji ber berpirsiyariyên dewleta Herêma Kurdistanê beşdariya di dabînkirina mûçeya gelemperî ya Iraqê ye, destnîşan kir: Hemî mijarên navbera dewleta navendî û dewleta Herêma Kurdistanê bi dawî nehatine û gotûbêj hema bêje bi dawî bûye. Ji aliyê din va, deste di gelek babetan da gihîştine qonaxa dawî ya amadekirinê.