Berbendên nû yên ji aliyê dewleta Iraqê ji bo hevkariya bi kompaniyên neftê yên kurdî
Wezîrê Neftê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar di daxuyaniyekê de diyarkir ji ber ku kompanya Kar a girêdayî PDK’ê, tevlî karên gendeliyê bûye, wan hemû danûstandinên xwe yên li gel vê kompanyê qût kirine. Berpirsên kompanya Kar jî diyar dikin sedem pirsgirêkên siyasî ye.
Wezîrê Neftê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar di daxuyaniyek de diyarkir ev demeke wan danûstandinên xwe yên li gel Kompanya Kar bi dawî kirine û ji serê meha Sibatê ve jî wan ev biryar xistine meriyetê. Îhsan Ebdulcebar da zanîn ew ê ji bo paqijkirina neftê li gel Kompanya Qeywan Grup ya girêdayî YNKê bixebitin.
Têkildarî danûstandinên navbera Hewlêr-Bexdayê jî Wezîrê Neftê yê Iraqê got: “Du bijarde li ber Komîsyona Darayî ya Parlemana Iraqê hene. Bijardeya yekem, divê Herêma Kurdistan 460 hezar bermîl neft radest bike. Bijardeya duwem jî divê Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên neftê bi nirxê SOMO bifiroşe yan jî dahata 250 hezar bermîl radestî Bexdayê bike.”