Balafirên şer derdora gundek Berwarî Bala bombebaran kir
Kanûn 30, 2020 22:14 Asia/Tehran
Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê derdora gundek Berwarî Bala li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê ku artêşa wê li gelek deverên kurdistana Iraqê ji xwe re bargehên leşkerî çêkirin û gelê herêm wan wek dagîrker dinasin, derdora gundê Kîste ya dikeve herêma Berwarî Bala li Herêma Kurdistanê bombebaran kir.
Heman çavkaniyan ragihandin ku dengê teqînek mezin li çiyayê Garê hatiye bihîstin û dumanek reş bilind bûye. Heya niha derbarê bombebaranê û zirar û kuştî û birîndarên ji ber wê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.