Kanûn 29, 2020 10:18 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Iraqê: Gotûbêja derbarê beşa bûdçeya Herêma Kurdistanê berdewam dike

Êvara borî (duşemê 28.12.2020an) Berdevkê Hikûmeta Federal a Iraqê Hesen Nazim aşkere kir gotûbêja derbarê beşa bûdçeya Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Berdevkê Hikûmeta Federal a Iraqê Hesen Nazim duh êvarê di hevpeycvînekê de aşkere kir wê sibehê (Sêşemê 29.12.2020an) qanûna bûdçeya sala 2021ê ya Iraqê were hilkolandin. Serokatiya parlementa Iraqê û hemû fraksiyonên Iraqê ji hûrgiliyên qanûna bûdçeya Iraqê haydar in.

Herwiha Hesen Nazim amaje bi wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê pabendiya xwe derbarê qanûna qerz a parlementa Iraqê de ragihandiye û gotûbêjên derbarê beşa bûdçeya Herêma Kurdistanê jî berdewam dike.

Serepeyv