Li Herêma Kurdistanê - Hejmara başbûyiyan 4 qatî hejmara tûşbûyiyên Koronayê bû
Kanûn 27, 2020 07:47 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 128 babetên nû yên tûşbûna bi Koronayê li vê herêmê hatine naskirin û 4 kesên din jî mirine.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 327 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Heta niha hejmara miriyan gihîştiye b3363 kesî.