Kanûn 24, 2020 23:00 Asia/Tehran
  • Di parzûngeheke neft û gazê ya Hewlêrê de şewat derket: 3 Karkeran canê xwe ji dest dan

Li parzûngehekî neft û gazê ya Hewlêrê navenda Herêma Kurdistana Iraqê de şewat derket û ji ber wê jî 3 karkerên parzûngehê jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro 24.12.2020ê agir berbû beşekî parzûngeha Kar Grup a li nahyeya Kewirgoskê ya Hewlêrê.

Ji ber şewatê 3 karkerên parzûngehê yên biyanî jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê tîmên agirkuj gihêştin cîhê bûyerê û karîn pêşî li zêdebûna şewatê bigrin.

Hîn hegera vê agirpêketinê diyar nebûye û rêxistinên ewlekariyê di vê barê de dest bi lêkolînê kirine.

Serepeyv