Kanûn 24, 2020 10:47 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê: Me xwest ku bila Amerîkayê hêzên xwe bişîne ser sînorê bakurê rojhilatê Sûriyê û Herêmê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, Cotyar Adil piştrast kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîkayê kiriye hêzan bişîne ser sînorê navbera bakurê rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil di civîneke rojnamevanî de di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz ji Amerîkayê kiriye hêzên xwe bişîne ser sînorê navbera bakurê rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê, ji bo nîşandana niyetpakiyê ku Herêma Kurdistanê şer naxwaze û ji bo ku sînor bi awayekî baştir bên parastin.”

Roja Çarşemê 16ê Kanûnê Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê got ku saet 01:00ê şeva bihorî li ser sînorê bakurê rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê şerek di navbera Hêzên Pêşmerge û komeke çekdarên YPGê de derket, ku dixwestin bi “qaçaxî û bi awayekê neqanûnî derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin.”

YPG ev gotina wî red kir û got ku Herêma Kurdistanê bi van îdiayan alîkariya şerê Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê dike.

Serepeyv