Artêşa Tirkiyê ji nav xaka Herêma Kurdistanê gundên Amêdiyê topbaran kir
Kanûn 18, 2020 22:12 Asia/Tehran
Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê gundên Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir. Hemwextî balafiran artêşa Tirkiyê ji nav baregehên xwe yên di nava Herêma Kurdistanê de jî heman herêm topbaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin balafirên şer ên dewleta Tirkiyê herêma Nihêl û çiyayê Metîn ya dikeve ser parêzgeha Dihokê, bi dijwarî bombebaran kir.
Di heman kêliyan de artêşa Tirkiyê ya dagirker ji nav xaka baregehên xwe yên di nava xaka Herêma Kurdistanê de, heman herêm topbaran kirin.
Hîn jî nayê zanîn bê ka di encama bombebaran û topbaranê de ziyanek çêbûye yan na.