Kanûn 17, 2020 18:26 Asia/Tehran
  • Alan Seyfî: Bila tevgerên kurd rewşa hestyar a Kurdistana Sûriyê têbigihêjin

Endamekî Ofîsa nûnertiya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê got: Pêwîst e ku partiyên kurd xwe ji pevçûnan dûr bixin û mewqiya hestyar a Kurdistana Sûriyê têbigihêjin.

Alan Seyfî, ji endamên Ofîsa nûnertiya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê wek bersiva vê pirsa Kurd Pressê ku çi kiryar jibo dûrbûna ji kêşeya qewimî navbera Rêveberiya xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê piştî pevçûna dih a navbera hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da pêk hatine, got: Roja îro Kurdistana Sûriyê di rewşeke hestyar da ye û pêwîst e ku partiyên Kurd vê yekê fam bikin û li ser nakokiyan li hev bikin.

Wî her wiha got: Kêşe li er xêra kurdan li Kurdistana Sûriyê nîne û tu yek ji tevgerên kurd sûdê jê wernagirin.

Wî her wiha got: Roja îro li Kurdistana Sûriyê aramî heye û gotûbêjên kurdî-kurdî di rojevê dane û em dixwazin ku hemî tevgerên kurd di vî warî da alîkariya me bikin.

Endamê Ofîsa nûnertiya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê got: Derbarê bûyerên dawiyê jî baweriya me ev  eku pevçûn li ser xêra tu aliyekî nîne û pêwîst e ku kurd bi gotûbêjê nakokiyên xwe çareser bikin.

 

 

Serepeyv