Pevçûn di navbera hêzên PKK û PDK’ê li Herêma Kurdistanê
Medyaya PDKê û PKKê hevdu tawanbar dikin ku li herêma Amêdî bi aliyê hevdu gulle reşamdine.
Li gorî nûçeya malpera ANF’ê ya ser bi PKKê, hêzên PDK’ê li nêzî gundê Sêgirê yê girêdayî navçeya Amediyê ya parêzgeha Duhokê êrîşî hêzên PKKê kirin ku di encamê de 3 hêzên PKKê birîndar bûne.Derbarê mijarê de hîn PKK’ê bi xwe tu daxuyanî nedane.
Li aliyê din şeva borî malpera BasNewsê ya ser bi PDKê, ragihand ku çend çekdarên PKKê xaleke pişkinînê ya pêşmergeyên vê partiyê li sinorê gundê Dêreşê yê ser bi navçeya Amêdiyê dane ver gullan ku di encamê de pevçûn di navbera wan çekdaran û hêza Pêşmerge qewmiye. BasNewsê dibêje: Li gor zanyariyan di encama gullereşandina PKKê ziyana canî çê bûye ku heta niha hurgiliyên wê diyar nebûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku PDK’ê ev demek dirêj e pêşmergeyên xwe dişîne qadên ku hêzên PKKê lê damezirîne û li wir baregehan ava dike ku di encama vê yekê neyarî û dijbariya navbera du aliyan kûrtir bûye. PKKê dibêje ku Tirkiye PDKê pîj dike da ku van karan bike ji bo ku şerê birakujiyê bi rê xîne.
Ji aliyê din ve eva nêzî hefteyekê ye ku li Herêma Kurdistanê xwepêşandanên karker û fermanberan ên dijî gendelî û nedana mûçeyan berdewam dike. PDK jî li beramberî van xwepêşandanan dibêje ku destê PKK’ê di nav van xwepêşandanan de ye.