Kanûn 12, 2020 21:06 Asia/Tehran
  • Meytên 3 sivîlên nehiya Dêrelokê ku balafirên Tirkiyê ew kuştibûn hatin dîtin

Roja 7’ê Kanûnê 3 welatiyên kurd ên ji nahiya Dêrelok ya girêdayî Amêdiyê dema ku li gundê Zêwê li ser zeviyên xwe bûn, balefirên Tirkiyê ew bombebaran kiribûn. Ji wê rojê ve xeber ji wan nedihat girtin. Îro cenazeyên her sê welatiyan hate dîtin.

Sivîlên bi navê Mûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq ên ji eşîra Nêrwehî ne û xelkê bajaroka Dêrelokê ya Amêdiyê ne, roja 7’ê Kanûnê li nêzî gundê Zêwe di encama êrîşên dewleta Tirkiyê de hatin kuştin.

Ji roja ku êrîş bûyî ve ji ber tevgera balefiran a li ser herêmê welatiyan nedikarin herin cihê bûyerê û ti agahiyek ji her sê welatiyan nedihat girtin.

Lê îro welatiyên deverê tevî tevgera berdewam a balefiran û bombebarana li deverê, berê xwe dan cihê bombebaran lê çêbûyî. Cenazeyê her sê welatiyan cihê ku bombebaran lê bûyî, hate dîtin.

Welatiyên ku cenaze dîtîn, diyar kirin ku her sê welatiyan di encama êrîşên balafirên şer de jiyana xwe ji dest dane.

Di encama êrişên balafirên dewleta Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê de heya niha bi dehan sivîl hatine kuştin ku dewleta tirk ew wek endamên PKKê dane nasandin.

Serepeyv