Tevgera Goranê dijayetiya xwe digel girtina neraziyan li Herêma Kurdistanê ragihand
Tevgera Goranê dijayetiya xwe digel girtina berfireh a nerazî û çalakên medenî li bajarê Herêma Kurdistanê, nemaze li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Di rojên bihurî da û bi lidarxistina xwenîşandan û nerazîtiyên berfireh li bajarên parêzgeha Silêmaniyê û qewimîna tundî û pevçûnan di van xwenîşandanan da, hêzên ewlehiyê bi awayekî berfireh hejamreke nerazî, çalakên medenî û beşdarên xwenîşandanê girtin.
Tevgera Goranê wek berteka li hemberî van girtinan daxuyaniyek da û tevî ragihandina piştgiriya xwe ji xwenîşandana raam, dijayetiya xwe digel girtina nerazîyan diyar kir.
Tevgera Goranê lidarxistina xwenîşandana aştiyane û aram wek mafê xwezayî yê welatiyên Herêma Kurdistanê daye zanîn û daxwaza azadkirina bilez a hemî girtiyan kiriye.
Ev di halekî da ye ku Tevgera Goranê ji partiyên xwedan pişk û par di hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê ye û hejmareke cîgehên wezaretî û hikûmetî di destê wê da ne.