Kanûn 10, 2020 03:56 Asia/Tehran
  • Li Erbet, Helebce û  Dukanê xwepêşandan destpêkirin: 2 kes hatin kuştin

Li bajaroka Erbet ya Silêmaniyê xwepêşandan destpêkir, di dema xwepêşandanê de ciwanek hate kuştin û sê xwepêşander jî birîndar bûn. herwiha li Dukanê ya Silêmaniyê jî di dema xwepêşandanê de welatiyek ji ber lêdana hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da. Li Helebceyê jî xwepêşandan destpêk.

Di saetên şevê de li bajarê Helebce û bajaroka Erbet a Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê xwepêşandanan destpêkirin.

Li gorî zanyariyên hatin girtin, di xwepêşandana li Erbetê de ciwanek bi guleyên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da. Sê xwepêşander jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên hatin girtin, di dema xwepêşandana li bajaroka Dukan a Silêmaniyê de jî hêzên ewlehiyê bi daran li welatiyê bi navê Hemze yê temenê wî di navbera 50 ta 60 salî de xistin. Hate gotin nexweşiyên demdirêj ên wî welatî hebûn û ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest da.

Serepeyv