Cîgirê serokparlimanê Iraqê: 'Bexda hokara sereke ya birçîragirtina meaşgirên Herêma Kurdistanê ye'
Cîgirê kurd ê serokparlimanê Iraqê dewleta navendî ya vî welatî tawanbar kir ku biryareke ciddî jibo çareserkirina nakokiyan digel Herêma Kurdistanê tune û hokara sereke ya birçîragirtina meaşgirên Herêmê ye.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey qewimîna xwenîşandan û tundiyên vê dawiyê li Herêma Kurdistanê ku ji ber nedana meaşê bi çîna meaşwergir û rewşa xerab a welatiyan pêk hatine û di encamê da çend kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne, Beşîr Hedad Cîgirê kurd ê serokparlimanê Iraqê, dewleta navendî ya vî welatî wek berpirsê ssereke yên vê rewşê li Herêmê da zanîn.
Malpera Sharpressê ragihand, Beşîr Hedad ragihandiye ku hikûmeta Heerêma Kurdistanê hertim amadetiya xwe jibo gotûbêj û lihevkirina digel dewleta Iraqê û çareserrkirina pirsgirêkên dualî li ser mûçe û meaşa karmendan ragihandiye, lê dewleta Iraqê biryareke ciddî jibo çareserkirina van pirsgirêkan tune û pesendkirina qanûna Istiqrazê (Deynkirinê) li parlimanê jî bêyî berçavgirtina nêrîn û dijberiya Kurdan, pirsgirêka, pirsgirêka meaşwergirên Herêmê gurrtir kir.
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (Partî-PDK) li Parlimana Iraqê her wiha got ku hikûmeta Herêmê hemî hewildana xwe jibo dayîna meaşê bi kar aniye, lê ji ber qutkirina dayîna mûçeyê ji aliyê Bexdayê va nikare wê dabîn bike û radestî çîna meaşwergir bike û di dema niha da Bexdayê mûçeya têkildarî meaşê ya mehên 5, 6, 7 û 10ê sala 2020î nedaye Herêma Kurdistanê.
Wî tevî pêgiriya li ser amadetiya Herêmê jibo lihevkirina digel Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan, got ku nabe ku meaşa karmend û meaşwergirên Herêmê bi mijarên siyasî va were girêdan û Bexda bi vê riyê gelê Herêmê siza bike.