Kanûn 08, 2020 21:45 Asia/Tehran
  •  Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Civîna sê alî ya PDK, YNK û Goranê bi dawî hat û biryar hat dayîn ku şandeke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê bike.

Partiya Demokarata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ku pêkhênerên hikûmetê ne, îro, 08.12.2020, bi serperestiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan.

Li gor ragihandina Rûdawê, di civînê de biryar hat dayîn şandeke siyasî hefteya bê biçe Bexdayê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybet jî bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û budcê.

Ew şanda siyasî dê li Bexdayê li gel aliyên siyasî, ew ên ku biryarên siyasî yên Iraqê di destê wan de ne û kursî li parlemantê hene bicive bo ku karîgeriya wan li ser rêkeftina bê ya Hewlêr û Bexdayê hebe.

Hêminkirina girjiyên medyayî, ragirtina muzayedeya siyasî û qayîmkirina peywendiyên di navbera partiyan de û herwiha xwe wezîfedar zanîna derheq pirsgirêkan ji aliyê her sê aliyên pêkhênerên hikûmetê ve, biryarên din ên wê civînê bûn.

Her di wê civînê de ku saet 11.00an li Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve çû û Nêçîrvan Barzanî serpereştî kir, dawîn xwepêşandanên li çend bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.

Li Herêma Kurdistanê bi yabet li parêzgeha Silêmaniyê bi rojane xelk dijî rewşa xirab ya herêmê û nedana mûçe di nava xwepêşandanan de ne, di encama pevçûnên navbera hêzên asayêşê û xwenîşanderan heya niha çend xwenîşander hatine kuştin û birîndar jî bûne.  

Serepeyv