Kanûn 07, 2020 16:37 Asia/Tehran
  • 'Dê civîna sêalî ya Partiya Demokrat, YNK û Tevgera Goran were lidarxistin'

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku bi zûtirkê dê civîneke sêalî navbera vê partiyê û YNK û Tevgera Goranê were lidarxistin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mehmûd Muhemed, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) piştî lidarxistina civînên cuda yên desteya taybet a vê partiyê digel YNKû Tevgera Goranê li Silêmaniyê, di gotûbêja digel malpera fermî ya vê partiyê da ragihand ku di van du civînan da rewşa aborî ya gelê Herêmê û rêkarên baştirkirina rewşê hatine hilkolandin.

Wî her wiha got ku armanca desteya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ji çûyîna bo Silêmaniyê û lidarxistina civînên cuda digel YNK û Tevgera Goranê, amadekirina rewşê jibo lidarxistina civîna sêalî ya van sê partiyan wek partiyên xwedan  pişk û par di hikûmeta Herêma Kurdistanê da bûye.

Wî her wiha got ku pêkanîna hevahengiyê navbera partiyên siyasî yên Herêmê jibo çareserkirina pirsgirêkan û baştirkirina rewşa aborî û jiyana welatiyan, her wiha çareserkirina pirsgirêkên di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ji mijarên din ên gotûbêjê bûne.

 

Serepeyv