Kanûn 06, 2020 15:42 Asia/Tehran
  • Hewlêr û Bexda li ser pişka Herêma Kurdistanê li hev kirin

Hewlêr û Bexda bi awayekî destpêkî li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya fedaralî ya 2021ê de li hev kirin, ku rêkeftina berê ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Adil Ebdulmehdî, bikin bingeha rêkeftina navbera xwe û di budceya federalî ya 2021ê de bicîh bikin. Li gor wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê wê rojane 250 hezar bermîl neftê û nîvê dahata deriyê sînorî  bide Bexda, li hember pişka xwe 12.67 ji sedî bûdceya giştî ya Iraqê werbigire.

Herêma Kurdistanê derbarê pişka xwe ya ji budceya federalî ya 2021ê ligel hikûmeta Iraqê di qonaxa dawî ya rêkeftinê de ye.

Piştî ku herdu aliyan wek destpêk, lihev kir, li ser wê yekê ku rêkeftina berê ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Adil Ebdulmehdî, bikin bingeha rêkeftina navbera xwe û di budceya federalî ya 2021ê de bicîh bikin.

Endamê Lijneya Darayî Li Parlemanta Iraqê Feysel Îsa got: “Rêkeftin hat kirin li ser wêya Herêma Kurdistanê rojane dahatê 250 hezar bermîl petrol, ligel ji sedî 50ê dahata deriyên sînor û gumrikê radest bike, li beramber pişka xwe ji budçeya dewletê werbigire, li gor tişta rêkeftin li ser hatiye kirin, ku ji sedî 12.67 e, lewra ev destpêka çareseriyê ye bo wê pirsgirêkê.”

Piştî civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şanda danûstandinê ya Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê, hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku derbarê budceya 2021ê, hevtêgihiştineke baş ligel hikûmeta federal heye û gotûbêj berdewam e.

Lê bi ti awayekî sazişê li ser maf, şayisteyên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê nake û li benda gihiştina beşa budceya meha Cotmehê ya Kurdistanê ne, ku heta niha Bexdayê neşandiye, ew ji bilî beşê budceya mehên pênc, şeş û heft ên 2020an, ku dîsa nehatine şandin.

Wezîrê Berê yê Avedankirina Iraqê Bengîn Rêkanî jî got: “Pirsgirêka vê lihevkirine ew e ku tiştên ku li ser rêkevtin tê kirin dema diçe parlamentoyê aliyên siyasî li dijî derdikevin û baş fêm nakin. Divê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê xwe bikin yek û ji bo rêkevtin bikeve warê cîbicîkirinê divê danûsatninan ligel hemû aliyan bikin.”

Serepeyv