Kanûn 06, 2020 11:44 Asia/Tehran
  • Balafên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare li bakura Iraqê bombebaran kirin

Balafirên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare li sînorê nehyeya Dêrelukê ser bi qezaya Amêdiyê ya Duhokê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û bombebaran bû sedema tirsê di nav xelkê navçê de. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku li herêma Gareyê 4 gerîlayên PKKê di encama êrişekê de canê xwe ji dest dane.

Şêrwan Sergelî yê akinciyê gundê Sergelê nêzîkê wan herdu gundan ji Rûdawê re got, kêliyek berî niha du balafirên Tirkiyê derdora herdu gundên Sipîndar û Girgaş ên li quntara Çiyayê Gare û ser bi devera Berê Garê du caran li ser hev bombebaran kirin û tirs di nav xelkê de çêkirin.

Derbarê zerar û ziyayan de Şêrwan Sergelî dibêje, wek sivîl ti zerarên canî çênebûne, lê bombebaran bûye sedem ku tirs di nav xelkê de çêbibe.

Rêveberê Nehyeya Dêrelukê Samî Berwarî jî ew nûçe bo Rûdawê piştrast kir û got, heta niha zanyarî ew in ku du cihên nêzîkê herdu gundên Girgaş û Sipîndarê hatine bordûmankirin û ti zerareke canî nebûye, lê tirs li ba xelkê çêdibe.

Ji aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî îdia dike ku cihê 4 gerîlayên PKKê ku bi firokeyên çavdêriyê hate zanîn û di encama êrişekê asmanî de her çar gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Serepeyv