Kanûn 05, 2020 16:05 Asia/Tehran
  • Cotyar Adil: Tu berjewendiyeke Rêjîma Siyonîst li Herêma Kurdistanê tuneye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Rêjîma Siyonîst tu berjewendiyek li Herêma Kurdistanê tune û tu welatiyekî Rêjîma Siyonîst li vê herêmê tuneye.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Bas Newsê,. Cotyar Adil, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: "Di rojên bihurî da Ûfîr Cendlmen berdevkê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst di warê medyayên erebî da, li twittekê ragihandibû ku ihtimal heye Komara Îslamî ya Îranê welatiyên Rêjîma Siyonîst li çend welatan ji wan Gurcistan, Komara Azerbaycan, Tirkiye, Imarat, behreyn û Herêma Kurdistanê bide ber êrîşê."

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha ragihandiye ku "Jibo haydariya giştî hema wisa ku me pêştir bi caran ragihandiye, em careke din jî radigihînin ku IsraîlêRêjîma Siyonîst tu berjewendiyek li Herêma Kurdistanê tune û tu welatiyekî Rêjîma Siyonîst li vê herêmê tune, loma ev gotin bi her niyetekê hatibin hilêxistin, dûrî rastiyê ne û ji aliyê me va tên derewandin."

 

Serepeyv