Mijdar 18, 2020 12:47 Asia/Tehran
  • Babe şêxê nû yê êzîdiyan îro sûnd dixwe û dest bi kar dibe

Wekîlekî mîrê êzîdiyan ragihand, îro babe şêxê nû yê êzîdiyan dê bi fermî dest bi kar bibe.

Wekîlê mîrê êzîdiyan bo karûbarên pêwendiyan, Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re got, îro li perestgeha Laliş bi amadebûna mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û gelek mezinên êzîdiyan, babe şêx Elî, ku roja 14 vê mehê wek babe şêxê nû yê êzîdiyan hatibû hilbijartin, dê bi fermî dest bi kar bibe.

Cehwer Elî Beg her wiha got, babe şêx Elî dê kincên taybet li ber bike û sûnd bixwe û bi fermî dest bi karê xwe bike.

Babe şêxê nû yê êzîdiyan, Elî şêx Elyas sala 1979 li Şêxan ji dayîk bûye. Bavê wî jî ji sala 1978 heta sala 1995 babe şêxê êzîdiyan bû.

Babe şêx Xirto Hacî Îsmaîl, roja 1 Cotmeha îsal di jiyê 87 saliyê de û ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.  

Serepeyv