Serokê şanda Iraqê Qasim Eracî: Divê hêzên biyanî demildest ji Şingalê bên derxistin
Piştî hevdîtina şanda bilind a Iraqê bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re civîneke rojnamevanî hat lidarxistin. Di civîna herdu aliyan de Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî amadehî kir.
Şêwirmendê Asayîşa Iraqê Qasim Erecî ku seroktiya wê şanda Iraqê ya bo bicihanîna rêkeftina Şingalê dike, li ser rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê got, “Divê hêzên biyanî demildest ji Şingalê bên derxistin.”
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî destnîşan kir ku ew pabendî rêkeftina Şingalê ne ku daxwazin rewşa Şingalê were asayîkirin.
Şandeke bilin a hikûmeta Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî ji bo gotûbêjkirin û bicihanîna rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ku 9ê Cotmehê hatibû îmzekirin, duh 17ê Mijdarê serdana Hewlêrê kir.