Mijdar 12, 2020 20:46 Asia/Tehran
  • Amarên Koronayê li Herêma Kurdistanê: 1,170 tûşbûn, 29 mirin

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 1,170  kes bi vîrusa Koronayê ketin û 29 nexweşên din ên Koronayê jî canê xwe ji dest dan û 471 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa Koronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 7 hezar û 459 pişkinînên Koronayê hatine kirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di encama wan pişkinînan de 1,170  tûşbûyên nû yên Coronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 saetan de 471 nexweşên Koronayê piştî wergirtina çareseriyê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de 29 nexweşên Koronayê canê xwe ji dest dan.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 87 hezar û 770 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 54 hezar û 047 kes baş bûne û 2 hezar û 760 tûşbûyên Coronayê jî canê xwe ji dest dane.

Serepeyv