Mijdar 09, 2020 09:07 Asia/Tehran
  • Berdevkê Yekitiya Berhemhênerên Herêma Kurdistanê:

Berdevkê Yekitiya berhemhênerên Herêma Kurdistanê teqez kir ku nabe PKK aboriya Herêma Kurdistanê bixe xeterê.

Mela Yasîn piştî nakokiyên  vê dawiyê yên navbera PDK û PKK li Herêma Kurdistanê ku rastî pevçûnên eskerî yên sînordar hat got: "Her cure şer û pevçûn bandora rasterast û nerênî datîne ser aborî, berhemanîn û xebitandian sermayê li Herêam kurdistanê û xwesta giştî eva ye ku  Herêm tûşî rewşa nebaş a salên berê nebe ji ber ku ger li herêmê alozî û bêewlehtî hebe, berhemanîn û xebtandian sermayê lawaz dibe û dê bibe baîs kompaniyên biyanî derkevin."

Berdevkê Yekitiya Berhemhênerên Herêma Kurdistanê got ku divê hêzên PKK li herêmê, rewşa herêmê raçav bikin û bi berpirsiyarî rewşê bişopînin ji ber ku herêm bi gelek zehmetiyan gihîştiye rewşa ewlehî û aborî ya niha û ger tiştên çaverênekirî biqewimin herêm dê nekaribe careke din vegerê vê rewşê.

 

 

Serepeyv