Mijdar 07, 2020 17:27 Asia/Tehran
  • PKKê amadetiya xwe jibo gotûbêja bi PDKê û pêşîlêgirtin li 'Birakujiyê' ragihand

Fermandarekî HPGê ragihandiye ku PKK li dû şerê navbera kurdan nîne û amade ye li ser her meseleyekê bi Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) ra gotûbêj bike.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Medyaya Shar Pressê îdia kiriye ku PKKê amadetiya xwe ragihandiye ku jibo pêşîlêgirtin li qewimîna şêrr navbera PKK û hêzên ser bi Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) li vê herêmê, pêra bikeve gotûbêjê.

Shar Pressê ji zarê Fermandarekî Hêzên Parastina Gel (HPG), Baska leşkerî ya PKKê ku nexwest navê wî were birin, nivîsiye: "Hema wisa ku beriya vêya ji aliyê Konseya Rêbertiya KCK (Koma Civatên Kurdistanê) û Murad Qarayliyan va jî hat ragihandin, PKKê tu biryarek jibo destpêkirina 'Şerê Birakujiyê' tune û dê tunebe. Em alîgirê tu şerekî nînin, nemaze Birakujiyê."

 

 

Serepeyv