Mijdar 05, 2020 15:13 Asia/Tehran
  • Endamê payebilind ê Tevgera Goranê: Tirkiyê jibo şerê navxweyî kurdan han dide

Endamekî payebilind ê Tevgera Goranê ya Herêma Kurdistanê hişyarî da ku Tirkiye kurdan jibo şerê navxweyî dixe bin zextê.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê El-Melûmeyê, Mehmûd Şêx Wehab, Tevgera Goranê ya Herêma Kurdistanê di vî warî da got: Dewleta federal divê jibo pêşîlêgirtin ji pevçûna navxweyî navbera PKK û PDKê û bicihbûna hêzên sînorvan li sînorên Tirkiye û Iraqê bikeve tevgerê.

Şêx Wehabî got: Li pey bûyera pevçûnê navbera hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê û hêzên PKKê li parêzgeha Duhokê, rewşa aloztir dibe û hin aliyên derveyî di serê wan da Tirkiye, jibo dewama pevçûnê li Herêma Kurdistanê hewil didin.

Vî endamê payebilind ê Tevgera Goranê ya Herêma Kurdistanê ragihand: Rewş dilgiranker e û tevgerên bêla divê wek navcî di vî warî da pêşeng bin da ku rê li ber dewama pevçûn û xwînrijandinê û alozbûna rewşê ewlehiyê li bajarê Herêma Kurdistanê bigirin.

Tê gotin li pey teqîna bombeya danandî ya PKKê li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê du hêzên Pêşmerge birîndar bûn û Pêşmergeyekî jî canê xwe ji dest da.

Serepeyv