Serokê Komîsiyona Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê: "Bawer nakim PKK û PDK bikevin şerê hevdu"
Mijdar 05, 2020 09:13 Asia/Tehran
Serokê Komîsiyona karên Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê berovajiya hin kesayetiyan ku dibêjin dê bi zûtirkê pevçûneke leşkerî navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biqeweime, destnîşan kir ku qewimîna şêrr muhtemel nîne.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Rêwing Hirûrî, Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Parlimana vê herêmê, di gotûbêja bi Bas Newsê ra got: Qewimîna şêrr navbera PDK û PKKê nêzik nîne û gelek caran kêşe navbera du aliyan qewimiye; Lê ez bawer nakim şerek biqewime. Her çend ku PKKê hin gef xwarine, lê şer jibo wan jî baş nîne. Şer li ser xêra tu kes û aliyekî nîne.