Mijdar 04, 2020 20:51 Asia/Tehran
  • PKK: Hêzên PDK'ê êrîşî kampa me ya li Garê kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand ku hêzên PDK’ê hewl dan bikevin kampên hêzên me li Garê û got: “Tevî vê hewldana êrîşê jî hêzên me şer nekirin û çek bi kar neanîn.”

PKK’ê li ser bûyera li herêma Çemankê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

PKK’ê banga rawestandina operasyonên PDK’ê ya li dijî kampên hêzên xwe kir.

PKKîê di daxuyaniya xwe de diyar kir: "Tevî hişyariyên me jî hêzên PDK’ê hewl dan bi wesayitên zirxî bikevin nava kampa me ya li nêzî gundê Bebadê. Tevî vê hewldana êrişê jî hêzên me neketin şer û çek bi kar neanîn."

PKK'ê ragihand, li gel van hişyariyên wan jî hêzên PDK'ê hewl dan bi wesayitên Hammer ên zirxî bikevin nava kampa wan û ji ber vê yekê jî ji bo hişyarkirinê wan dest li rewşê werdane.

PKKê herwiha di daxuyaniya xwe de berdewam kir:  "Li vir 2 mayin bi van Hammeran hatin teqandin û bi vî rengî hewl hate dayin ku pêşî li pêşveçûna wan bê girtin."

Di daxuyaniya PKKê de hate ragihandin ku hêzên wê ti carî nebe aliyê ku êriş dike û hate gotin, "Em ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurdistanê naxwazin şer bikin û vê yekê bi rengekî eşkere jî radigihînin.

Em bang li PDK'ê dikin ku dest ji operasyonên xwe yên li dijî kampên me berde. Lê belê bila her kes zanibe; eger êrişên navborî dewam bikin, hêzên me yên gerîla wê di çarçoveya xweparastina rewa de xwe biparêzin."

Serepeyv