Cotmeh 31, 2020 13:00 Asia/Tehran
  • Necmedîn Kerîm koça dawî kir

Siyasetmedarê Kurd û parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm koça dawî kir.

Li gor ragihandina Rûdawê, Nivîsingeha Parêzgarê Berê yê Kerkûkê ragihand, Necmedîn Kerîm piştî nexweş ketinê li Amerîkayê canê xwe ji dest da û “li ser daxwaza wî termê wî dê bo Kerkûkê bê anîn.”

Li gor daxuyaniya wê nivîsîngehê, Necmedîn Kerîm saet 11.00ê şevê bi dema Amerîkayê emrê xwedê kir

Nivîsingeha Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm roja 28ê vê mehê ragihandibû ku Kerîm tûşî celteya mejî bûye û li nexweşxanê di bin çavdêriyê de ye.

Nivîsingeha Necmedîn Kerîm belav kiribû, çend roj berî niha Necmedîn Kerîm “wek her hemwelatî û mirovekî asayî tûşî celteya mejî bû û ji ber wê yekê ketiye nexweşxanê.”

Li gor daxuyaniya nivîsingeha wî, Necmedîn Kerîm berî koça dawî, raspardeyek bicî hişt ku ji bo selametî û tendirustiya giştî di rewşa niha ya belavbûna Koronayê de, ti cor qerebalixî û taziye jê re neyê dayîn.

Necmedîn Kerîm sala 1949an li Kerkûkê ji dayîk bû. Heta xwendina amadeyî li wî bajarî bû û paşê çû Mûsilê û beşa pizîşkê li Koleja Pizîşkê ya Mûsilê xwend. Kerîm sala 1972an jî bû Pêşmerge.

Necmedîn Kerîm sala 1975an Iraq bicî hişt û li Amerîkayê bicih bû û sala 2009an jî vegeriya Kerkûkê û ji sala 2011an ta 2017an parêzgarê Kerkûkê bû.

Serepeyv