Cotmeh 26, 2020 10:55 Asia/Tehran
  • Parlemana Kurdistanê bi şiroveyên Mesrûr Barzanî qayîl nebû

Endamekî firaksiyona komela îslamî li parlemana Herêma kurdistanê bal kişand ser vê yekê ku piraniya nunerên parlemana herêmê bi şiroveyên Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma kurdistanê qayîl nebûne û teqez kir dê civîna parlemana herêmê were terxankirin bo hilkolandina bersivên Mesrûr Barzanî.

Muslim Ebdullah got: Endamên parlemanê dê  bersivên Mesrûr Barzanî û Awat şêx Cenab wezîrê  heyîtiyê yê herêmê li civîna çend rojên derbasbûyî li parlemanê cardinê hilkolin. 

 Muslim Ebdullah got: Gelek ji parlemanteran, bi bersivên Barzanî qayîl nînin ji ber ku  di wan de pirsên giring  têkildarî pirsgirkên gelê Herêma kurdistanê nehatine berçavgirtin û asta derhatên aborî û derhata firotina neft û  derbasgehên sînorî nehatin ragehandin. 

 Vî endamê firaksiyona komela îslamî li parlemana Herêma kurdistanê got: Endamên parlemanê bi bersivên hikûmeta herêmê li bara meselên aborî û derhata neft û derbasgehên sînorî qayîl nebûne lewma cardinê dê Barzanî vexwînin parlemanê. Ji ber ku dewama rewşa aborî ya herêmê bi vê kualîteyê û bêyî çareserkirina gendeliyê û xisarkirina mal û milkên giştî nemumkin e. 

Serepeyv