Mêrgereş- Helîkopterên Tirkiyê gulle reşandin
Artêşa Tirkiyê bi henceta şerê li dijî PKKê li nêzîkî gundê Mêrgereş ê ser bi nahiya Sîdekanê yê Herêma Kurdistanê bi rêya helîkopteran bi tundî gulle reşandin reşandin.
Rojnamevanê Kurdistan24 T li deverê, dîmenên êrîşa îşev tomar kir û di vîdeoyê de xuya dike ku helîkopterên Tirkiyê ber bi deverên sînorê gundê Mêrgereş gulle direşînin.
Gundê Mêrgereş berê jî ji aliyê firokeyên Artêşa Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin û nişteciyên wî gundî neçar bûbûn ku mal û milkê xwe berdin û ber bi nahiya Sîdekanê biçin.
Nahiya Sîdekan yek ji nahiyeyên herî mezin a ser bi navçeya Soran a parêzgeha Hewlêrê ye û ji ber şerê Artêşa Tirkiyê û endamên PKKê gelek zirar gihiştiye welatiyên wê nahiyeyê û gelek nişteciyên wan gundan, neçar bûne ku biçin navenda nahiyeyê