Cotmeh 21, 2020 21:31 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiyê Herêma Kurdistanê: 15 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek da zanîn ku 15 kesên din bi Koronayê mirine û hezar û 78 kesên din jî bi Koronayê ketine.

Îro roja çarşemê 21.10.2020an Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de da zanîn  hezar û 78 pêketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 15 kes jî bi Koronayê mirine û 375 nexweş jî baş bûne.

Ji miriyan 5 kes ji Hewlêrê 3 kes ji Silêmaniyê, 5 kes ji Duhokê, 2 kes ji Helebceyê bûne.

Heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê 64 hezar û 823 kes bi Koronayê ketine û 38 hezar û 561 kes jî bi baş bûne. Herwiha 24 hezar û 36 kes jî tên tedawîkirin û 2 hezar û 226  kes jî bi Koronayê mirine.

Serepeyv