Li Herêma Kurdistanê 912 kesên din bi koronayê ketin
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên bihorî yên Koronayê belav kir û dibêje, 912 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine û 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, di 24 saetên derbasbûyî de ji 5 hezar û 340 testên nû yên taybet bi koronayê, encama testa koronaya 912 kesan pozîtîv bûye û herwiha 20 haletên mirina bi Koronayê hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir, ji 20 kesên ji ber vîrusa Koronayê mirine jî 5 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 3 li Helebce û 5 kes li Duhokê ne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, di 24 saetên derbasbûyî de li Hewlêrê 235 kes, li Silêmaniyê 215 kes, li Helebce 24 kes û li Duhokê 438 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye, ku ji duh heta îro 194 kes ji nexweşên Koronayê li Herêma Kurdistanê baş bûne, ku 115 kes ji wan li Hewlêrê, 61 kes li Silêmaniyê, kesek li Duhokê û 17 kes jî li Helebceyê ne.
Ji destpêkê ve heta niha li Herêma Kurdistanê 58 hezar û 277 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 35 hezar û 899 kes baş bûne û 2060 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.