Cotmeh 13, 2020 23:11 Asia/Tehran
  • Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin

Şanda Wezareta Pêşmerge û berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin.

Îro danê sibê şandeka wezareta Pêşmerge, ku ji endamên komîteya bilind a hemahengiya serbazî û ewlehiyê pêk hatibû, çûbû Bexdayê.

Li gorî agahiyan, şanda han bi berpirsên wezareta berevaniya Iraqê re civiyan û li ser çend xalan li hev kirin.

Yek ji wan xalan, çêkirina navenda hemahengiya serbazî û ewlehiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye. Xaleka din, pêkanîna komîteyeka meydanî bo nirxandina dosyeya ewlehiyê ya sînorên hêzên serbazî û organîzekirina geştên serbazî ye.

Di civîna şanda Pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê de biryar hat dayîn rêbendeka hevbeş û hêzeka hevbeş li devera Xaneqîn û parêzgeha Diyale were pêkanîn bo nehîştina astengî û aloziyên li wê deverê.

Serepeyv