Serokê Herêma Kurdistanê çû Kuweytê
Cotmeh 13, 2020 22:26 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûye Kuweytê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê û bi armanca serxweşiyê bi boneya koça dawiyê ya Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah bike, gihîşt Kuweytê.
Li gor zanyariyên K24ê, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê di wê serdanê de hejmarek civîn ligel berpirsên bilind ên Kuweytê bike.
Bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Kuweytê, mijara serekî ya civînan dibe.