Li herêma Kurdistanê 24 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 24 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 589 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 233 kes li Hewlêrê, 175 kes li Silêmaniyê, 31 kes li Germiyanê, 130 kes li Duhokê û 20 kes li Helebceyê ne. Herwiha 336 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 24 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, 3 kes li Raperînê, 8 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 55745 (Hewlêr: 20405, Silêmanî: 17996, Duhok: 15357, Helebce: 1987)
Mirin: 1992 (Hewlêr: 603, Silêmanî: 1011, Duhok: 328, Helebce: 50)
Başbûn: 34880 (Hewlêr: 15463, Silêmanî: 10722, Duhok: 6821, Helebce: 1874)