Cotmeh 11, 2020 10:21 Asia/Tehran
  • Xalên rêkeftina Şingalê ya Hewlêr û Bexdayê diyar bûn

Malpera Kurdistan24 reşnivîsa rêkeftina duhî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta navendî ya Iraqê derbarê vegerandina aramiyê û asankirina rewşa Şingalê belav kir.

Reşnivîsa rêkeftina ku îmzeya her yek ji Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Birîkarê Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê Hemîd Reşîd Fileyh li ser e, Ev reşnivîsa rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê îmza bûye û tê de diyar bûye:

Ji bo dubare vegera ewlehî û aramiyê û asayîlkirina rewşa Şingalê û ji bo çareserkirina êş û azara xelkê Şingalê û wek amadekariyekê ji bo vegera koçberan û rêkxistina çarçoveya îdarî û ewlehiyê li wê qezayê, Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengî ligel Nûneratiya Netewên Yekgirtî ya ji bo weberhênana piştevaniya navdewletî ji bo çespandina aramiyê û avakirina, li ser xalên li jêr hat rêkeftin:

1- Babeta Îdarî:

a- Dê qeymeqamekî nû ji bo Şengalê bê hibijartin.

b- Piştî destnîşankirina qeymeqamê nû, komîteya hevbeş tê pêkanîn, ji bo pêdaçûnê di pêgehên îdarî yên din de bike.

2- Babeta Ewlehiyê:

a- Polîsa Nevxweyî û dezgehên Asayişa Niştimanî û Hewalgirî bi berpirsatiya parastinê di nava qezayê de radibin û hemû grûpên çekdar ên din ji bo derveyî qezaya Şingalê tên derxistin.

b- Bihêzkirina ewlehiya wê qezayê, bi rêya tayînkirina 2.500 kes di nava Hêzên Ewlehiya Nevxweyî li Şingalê de. 

c- Bidawîkirina hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê û li navçeyên derdora wê. Herwiha nabe ti rola grûpên ser bi wê jî li wê herêmê hebe.

3- Babeta Avadankirinê:

Komîteyeke hevbeş ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevrêziya ligel îdareya xwecihî li parêzgeha Neynewayê ji bo dubare avedankirina Şingalê tê avakirin.

4- Ji bo şopandina xalên di Babeta Îdarî û Ewlehiyê de hatine, komîteyeke meydanî ya hevbeş ji aliyên pêwendîdarên her du aliyan tê avakirin, ji bo çavdêriya cibicîkirina xalên rêkeftinê bikin.

Serepeyv