Li Amêdî rêveberê Asayîşa Serzêrê hat kuştin
Cotmeh 09, 2020 20:22 Asia/Tehran
Duh bi çekê êrîş li Rêveberê Giştî yê Asayîşa Deriyê Sînorê yê Serzêrê Xazî Elîxan hat kirin û di encama wê êrîşê de Xazî Elîxan hat kuştin.
Berpirsek di Rêveveberê Deriyê Sînorê yê Serzêrê Îrfan Silêman, ji BasNewsê re axivî û ragihand: “îşev(şeva borî) li nava gundê Gelîkê gulle li Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Elîxan hat reşandin û ew bi giranî birîndar bû heta ku bo nexweşxaneyê hat şandin li nexweşxanê can da.”
Herwiha Îrfan Silêman aşkere jî kir Xazî Elîxan bi xwe ji gundê Gelîkê ye û heta niha sedema kuştina wî nayê zanîn.